Sunday, October 17, 2004

Gulle li kê hate xistin

Kanî Yilmaz

Berpirsiyarê PKK yê berê li Ewropa Kanî Yilmaz nivîseke balkêş bi sernivîsa “Gulle li kê hate xistin” weşand û diyar kir “ji ber ku kesên me xayîn dibînin di nava xiyanetê de ne, û ji ber ku ked û xebata 30 salî ku bi şerefeke mezin hate dayîn, bi konseptekê dawiya wê tînin, û ji ber ku bi pîrozkirina kemalîzmê, welatparêziyê di bin piyan de dihêlin... em cuda bûn”

Yilmaz dibêje, “Kongra Gel lîsteya mirinê ji bo me derxistiye. Di encama vê yekê de jî mirovhez û kesê herî welatparêz, Sîpanê hêja kuştin...”

Kanî Yilmaz, balê dikişîne ser kuştina Sîpan Rojhilat û gotinên şofêrê wî wiha tîne ziman:

“Riya me girtin û erebeya me sekinandin. Ji mirovên ku riya me girtin sisê bi maske bûn (rûyê wan niximandî nû). Hevalê Sîpan got: Em jî Kurd in, nekin! Wan got em zanin hûn Kurdin lê hûn xayîn in. Sîpan got: Baş e, wê demê şofêr berdin, bila ew biçe, ew ne bi me re ye, û zarokên wî hene, heyf e. Piştre bi qundaxa sîlehê di serê min de lêxistin û ez avêtime ser rê. Sîpan birin û kêliyek derbas nebû min dengê sîlehan bihîst…”

Kanî diyar dike ku “di dilê Sîpan de mermiyek û di serê wî de jî du mermî lêxistibûn…”

Yilmaz bang li gelê Kurd yê li Ewropa dike û dibêje: "Ez bang li gelê Kurd li Ewropa û bi hezaran kadroyên hêja dikim, li her bajarekî komîteyên serwext ava bikin, komîteyên jin û ciwanan çêbikin… em bi hev re welatparêzî û çareseriyeke xurt pêk bînin, û gulleya ku di sînga kurdîtiyê de lêdikeve rawestînin û bibin bersivek…”



Thursday, October 14, 2004

Sîpan li gundekî bajarê Selmasê ...

Yûsif Huseynlû (Aram)
Kurdistan

Şapûr Badoşîwe (Sîpan) li gundekî bajarê Selmasê di malbateke nemureffeh û bi îmkanên sînorkirî de hate dinê. Feqîrtî û tunebûna îmkanên refahê taybetmendiya vê navçeyê ye, ku xwe di sîmayê civata de jî derdibirre. Çawan be, Sîpan karî bi îstifadeya qenc ji îmkanên kêm lîseya xwe li wir dawî bîne. Feqîrtiya materyel ne tenê pirsa bingehîn a wir e, herweha hakimbûna kevneşopên berê di qalibê nakokiyên eşîrtî, etnîkî û mezhebî û ji hemiyan giringtir tunebûna azadiyên seretayî ji bo beyana pirsgirêkên heyî, mercên dijwar ji bo vê navçeya Kurdistanê afirandibû.

Sîpan di zarotî û ciwaniya xwe de şahidê van êşên bêpayan bû û wî hêviya têkdana vê rewşê di serê xwe de diperwerand. Wî bi awayekî afirêner ne tenê dest bi analîza mercên heyî kir, lê herweha gihîşte vê encamê ku pirsgirêka mewcûd a civakî li navçeya Selmasê girêdaneke nêzîk bi pirsa kurd bi giştî li hemû beşên Kurdistanê re heye. Di wan deman de wekî gelek ciwanên kurd wî jî riya koçê da pêşiya xwe û li welatê Kanadayê bi cîh bû. Li wir, tevî domandina xwandina xwe, çalakiyên xwe yên siyasî domandin û bi vî awayî karî bi gelek kesayetiyên cihê cihê yên siyasî li Kanadayê re îmkana hevnasîn û peywendiyê peyda bike. Tecrubeyên wî di vî warî de li ser taybetmendiyên demokratîk li ba wî wekî kesayetiyeke siyasiye kurd, dibe pir alîkar. Kesayetiya ku niha li hemberî çewsandina ku li ser neteweyê kurd dihate meşandin hesta berpirsyariyê dikir. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di wê merheleyê de tenê herketek bû ku di hêla stratejîk de ji bo her çar parçeyên Kurdistanê tê dikoşî. Lewre, ev rêxistina bû bersivdêrê mereqên sîpan û hembêza xwe ji bo pejirandina wî vekir. Sîpan di radeyên pêşdehatina navrêxistinî re bi biryar derbas bû û piştî guhertina navî bû endamê meclisa KADEK-ê. Paşê di metodên têkoşînê de guhertinên berbiçav pêk hatin. Di çarçoveya teoriya şaristaniya demokratîk de, ji bo her beşên Kurdistanê li gor mercên siyasî, civakî û kulturî yên heyî, partiyên siyasî – ku heta wê demê xwedî viyan û iradeya siyasiya xwe bûn – hatine damezirandin. Ji bo vê yekê Şehîd Sîpan wekî yek ji damezrênerên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê – PJAK – wekî endamê kordînasyona giştî ya partiyê wezîfe girt. Gelek caran wî li hemberî ramanên ku di tûşa bihêzkirina pozîsyona şexsî ji Rojhilatê Kurdistanê û PJAK-ê bi wateya bikaranîna emrazî, ber xwe da.

Serecem wî tenê riya gehîştina armancên xwe di dûrketin ji mentiqa muhafezekar û tehmîlî ya şexsiyetên riyasetxwaz de zanî û bi guhertina pozîsyona coxrafîka xwe xebata xwe di çarçoveya konsepta demokratîk a gehîştina mafên neteweyî yên gelê kurd domand heta ku di 6-ê çiriya pêşîna 2004-ê de di dema pêkanîna peywira partiyê, tûşî êrişeke terorîstî bû û şehîd ket.

Şehadeta Şapûr Badoşîve di rasteya domandina rêbaza nû û modern a têkoşînê de, wekî ehd û peymaneke pîroz ji hevalên wî re bi cîh maye. Û hevalên wî dê ji bo realîzekirina azadî û mafên demokratîk ên neteweyê kurd li Rojhilatê Kurdistanê behra li ser milê xwe bi cîh bînin.



Yûsif Huseynlû (Aram)

Monday, October 11, 2004

Nameyek vekirî ji Kongra Gel ra

--------------------------------------------------------------------------------
Zinarê Xamo
Mon, 11 October 2004 00:50

Nameyek vekirî ji Kongra Gel ra
Min qetilkirina welatperwerê hêja Sîpan Rojhilat bi diêşî û bi nefretek mezin bihîst. Li gor beyan û delîlên ku hevalên wî ji bîr û raya giştî ra eşkere kirine diyar dibe ku qatilên vî welatperwerê hêja milîtan û mêrkujin Kongra Gel in. Diyar dibe ku Kongra Gel bi emrê A. Ocalan ev Kurdê hêja daye kuştin û dîsa destê xwe di xwîna Kurdekî welatperwer gerandiye. Min digot belkî we dev ji van pîşikên xwe berdaye. Lê diyar e gotina ”kurmê şîrî heta pîrî”, bedihewa nehatiye gotin. Ji xwe di van çend hevdîtinên dawî yên serokê we A. Ocalan da emrê kuştina kesên ku ji Kongra Gel veqetiyabûn bi hawakî sergirtî tim dihat dubarekirin. Û nîhayet mêrkujên wî wa ye emrê serokên xwe bi cih anîn û ev Kurdê hêja kuştin.Heyf! Ez fêm nakim hûn çawa dikin biryareke wiha bidin û rabin însanan bikujin?
Lê divê hûn hemû jî baş bizanibin ku A. Ocalan erê îro emir dide we û hevalekî we yê hêja bi we dide kuştin û we hemûyan dike qatil, lê sibe jî ji ber ku we Sîpan kuştiye îcar ewê we bide kuştin. Divê hûn viya baş bizanibin.
Qetilkirina Sîpan Rojhilat bêguman sûcekî siyasî yê gelkî giran e, gelê Kurd ewê tu carî vê kirina we efû neke. Lê beyana we ya bêmistewa ya li ser vê bûyerê, bi baweriya min ew jî bi kêmasî, bi qasî qetla Sîpan balkêş û giran e û ji beyana hêzeke siyasî gelkî dûr e. Hûn li hember hevalekî xwe yê 15 salan, ku li serê çiyan bi we ra li hember dijmin mil bi mil şer kiriye bi rengekî pir bêwefa û bêbext hereket dikin û tiştên gelkî ne xweş dibêjin. Hûn wek hin rojnameyên Tirkan yên di bin emrê MÎTê da Sîpan dikin ”eroînfiroş” û ”sextekar” nîşan didin. Uslûbê we ne uslûbê kes û hêzeke siyayî ye. Bi qetil û beyanên wiha hûn nikanin tiştekî bi ser avê xin, hûnê tim li zirarê derkevin. Bi kirin û beyanên wiha bi rastî jî madê meriv ji we digere. Hezar carî heyf ku hêzeke wek we dikane hevalekî xwe yê kevn bikuje û beyaneke hewqasî xerab li ser belav bike.
Gelek kes dizane ku heta destpêka salên 1990î min û endamên PKKê silav jî nedida hev. Jiber ku wan ne tenê çend hevalên me yên gelkî hêja kuştibûn, her wisa wan hemû hêzên Kurd jî ji xwe ra wek dijmin îlan kiribûn û hema hema ji her hêzê jî çend kes kuştibûn. Lê piştî salên 1990î Xwedêgiravî PKKê gelek caran xwe rexne kir û gelek caran jî got ku birakujî, şer û dijminatiya di nabêna hêzên Kurd da ne rast e û tiştekî gelkî xerab e. Piştî demekê wek gelek kesên welatperwer min jî ji van gotin û beyanên we bawer kir û loma jî bi we ra peyivîm û min dest pê kir silav da endam û dostên PKKê. Dûra jî di nav demê da ez çend caran beşdarî hin programên telewîzyona we bûm û min demekê jî di rojnameya O.Polîtîka da hin pêkenîn û dûra jî hin xemîşokên zarokan bi Kurdî nivîsandin.
Yanî bi kurtayî min bi çavên dostan li we dinêrî û her tim jî hewil dida ku hûn û hemû hêzên din jî bibin dost û piştgirên hev. Lê bi vê qetla Sîpan Rojhilat we carek din jî îspat kir ku hûn mar in û tu carî bawerî bi we nayê, meriv cuqas baş û rindibe jî hûn tim dikanin bi meriv vedin. Xwezî we ev qetil nekira! Xwezî we destê xwe di xwîna pak ya hevalê xwe negeranda! Divê hûn baş bizanibin ku kuştina Kurdan ne tu rê ye û ne rast e. Divê we ji vê yekê têra xwe ders û tercûbe girtibe! Bi kuştinê Kurd û mixalifên we naqedin. Divê însan ne bi zorê, bi dil û bi îrada xwe ya azad bibin hevalên we. Siyaset bi teror û kuştinê nabe, wê demê ferqa we û dewleta Tirk namîme. Tewleta Tirk jî li hember dost û hevalên we metodên wiha bi kar tîne û dûra jî bi beyanekê dixe hustiyê we. Hûn wek mirovên siyasî çawa dikanin biryara kuştina hevalên xwe yên 15 salan bidin? Ma qet ûjdan, merhemet û bext bi we ra tuneye? Ma milet mecbûr e heta û heta bi we ra bixebite? Ma Kurd mecbûr in ku wek serokê we bibin Ataturkçî û Kemalîzmê biparêzên û ji Serîhildana Şêx Seîd ra jî bibêjin paşverû û lîstika Îngilîzan?
Diho însan bi îrada xwe ya azad bûn heval û dostên we, demekê bi we ra xebitîn lê îro siyaseta we rast nabînin û êdî naxwzin bi we ra bixebitin. Ma tiştekî ji viya normaltir heye? Hûn har bûne, hûn çi ji milet dixwazin? Hûn ji xwe ra xebata xwe bikin, ku hûn rast bin miletê bi we ra be, ya na ewê dev ji we berdin. Ev yek hewqas basît e.
Ez wek Kurdekî welatperwer terora ku hûn li hember hevalên xwe dimeşînin, uslûba ku hûn di medya xwe da bi kar tînin rast nabînim û kuştina Sîpan Rojhilat bi şîdet protesto û mahkûm dikim.


Sunday, October 10, 2004

Divê idareya Kongra Gel xwîna min jî birijîne

Dem 7ê cotmeha 2004 an roja pêncşemê ye.
Min vê sibehê bihîst ku endamê PWD Sîpan ji aliyê çeteyên Kongra Gel ve hatiye kuştin. Kongra Gel ya ku ketiye nava lepên bi gemar yên serleşkeriya Tirk û dewleta kûr xwîna wî rijandin.


Berî çend rojan bi armanca ku ez weke kesayeteke serbixwe xizmeta gelê Kurd bikim, ji Kongra Gel veqetiyam, ji ber ku berpirsyarên herî bilind yên vê rêkxistinê bi awayekî stratêjîk ketine bin emrê dewleta kûr û veşartî ya Tirk.
Ne gengaze ku ez çavên xwe li ser êrîşa li hemberî Sîpan û hevalên wî bigrim, ku sucê wan bi tenê xwegihandina rastî û durustiyê ye.


Êrîşkirina van mirovên ku ji ber cûdabûnên ramanî ji Kongra Gel veqetiyane û tevahîya wan di dema borî de bi kar û xebata xwe rûyê tekoşînê spî kirine, bi yek gotinê faşîsti ye û faşîstiyeke di ser wê re nîne. Gotina faşîstan ya ku digotin: yê ku dest ji vê doze berde bikûjin: tîne bîra mirovan.


Min berê jî pevçûneke ramanî li gel van hevalên cûdabûyî kiriye û ezê vê pevçûnê bidomînim. Lê heger Kongra Gel dest ji van êrîşên xwe bernede, ezê mil bidim milên van hevalên PWD yî û ezê bibim alîgir.


Dema ku ez di nava refên Kongra Gel de bûm jî min ji wan re gotibû, heger pozê yek mirovê cûdabûyî bi xwîn bibe ezê ichê xwe li gel yê mezlûm bigrim. Niha ew roj hatiye
Ez niha bi vî awahî difikirim: Ez bê sîleh im û li bajarên Kurdan bê parastin digerim. Bela idareya Kongra Gel ya ku êdî dijminatiya kurdan dike, xwîna min jî birijîne ku êdî ev gel hinekî bi xwe bihise.


Ez bejna xwe li pêşberî bîranîna şehîdê Kurdistanê Sîpan bi rêz ditewînim. Serê malbata wî û gelê Kurdistanê sax be.
Huseyin Kaytan

(Kurdistan)

Telefona mobîl ya Sîpan li cem qatilan hate dîtin

Telefona mobil (Thuıraya) ya Sîpan li cem endamê Kongra gel yê girtî hate dîtin

Sun, 10 October 2004 13:32

Kongra Gel kuştina Sîpan înkar dike, lê:
Telefona destan (Thuıraya) ya Sîpan li cem endamê
Kongra Gel yê girtî hate dîtin

Navenda Nûçeyên Avesta

Kongra Gel di daxuyaniyeke çapemeniyê de kuştina Sîpan Rojhilat înkar kir, lê belê telefona wî ya destan ya bi marka Thuıraya li cem wan endamên Kongra Gel hatine dîtin ku ji aliyê hêzên ewlekariya Îraqî ve hatibûne girtin.

Şofêrê ku ligel Sîpan bû, du kesên ku bi înfazkirina Sîpan rabûbûn nas kirin, navê wan ev e: Brusk û Xelîlê Derîkî, ev her du kes hîna nehatine girtin.

Li gora hinek agahiyan: Şahîn û Azad Batman bi plankirina înfazkirinê radibin û ew kampa Mexmuran û bîroyên PÇDK bi kar tînin.

PWD di daxuyaniyeke çapemeniyê de radigihîne ku “ne tiştekî xerîbe Kongra Gel weke her care cînayetên ku pê radibe înkar bike…”

PWD diyar dike ku ewê riya Sîpan berdewam bikin û wê tu caran cînayetên Kongra Gel, ku Murat Karayilan, Duran Kalkan, Cemil Bayik û berpirsiyarê kampa Mexmuran Şahin pê radibin, wan ji riya welatparêziyê nedin paş.

www.avestakurd.net
avesta@avestakurd.net

Saturday, October 09, 2004

http://www.pjak.info

Malpera pjak ya welatparêz dest bi kar kir.
Malperî nûwêy partî jiyanî azad PJAK dest be karî kird. Lem malpera de detwanin axrîn hewalaekanî taybet be kuþtinî heval Sîpan bixweninewe.

destê ew hevalên malper amadekirî sax be.

Friday, October 08, 2004

Ji bo raya giştî!

PJAK
Di rewşa ku, di kewşenên guhertinên îroyîn û ekvasyonên siyasî yên cîhanê û navçeya Rojhilata Navîn, mercên erênî ji bo çareseriya gelek ji pirsgirêkên arîşe û kompleks yên navçeyê, bi taybet pirsgirêka kurd, pêk hatiye, hewlên peşkavêj ên Kongra-Gel (PKK) paralel bi polîtîkayên înkarker yên dewletên hakim li Kurdistan, ku îro gihîştiye qonaxeke herî bilind, mizûrbûna vê rêxistina kurdnimên a antîkurd roj bi roj eşkeretir dike.

Piştî hewlên pêşîgirtin û astengafrênerên vê rêxistinê li hemberî siyasetên PJAK-ê li Rojhilatê Kurdistanê û tedbîrên vexwandinê yên Kongra-Gel û herweha girti! na 21 kes ji endamên PJAK-ê û darêhtina terorkirina hinek ji berpirsyarên vê partiyê, dîsa PKK mohra rastiyê li sifetê bikirêgirtî û antîkurdaneyê xwe xist. Rûyê reşê îxaneta PKK li dijî tevgera niştîmanperwer û demokrat li Rojhilatê Kurdistanê di terora Sîpan (Şapûr Bedoşîwe) de li ser riya Mexmûr û Mûsilê li başûrê Kurdistanê, ji bo herkesî eşkere bû.

Şapûr yek ji endamên aktîv û sadiq yên tevgera azadîxwaza kurd bû, ku piştî tevlêbûna rêxistinê tucarî ji fedakarî, îsar û jixwederbasbûnê derheqa Tevgera Azadîxwaza Kurd de derîx nekir û di gelek saziyên rêxistinî de wekî endametiya meclisa KADEK û Kordînasyona PJAK-ê de wezîfe girt, lê mixabin di tarîxa navbirî de ji aliyê Kongra-Gel de bi terzekî terorîstî hate şehîd kirin.

Em wekî komîteya jinûve avakirina PJAK-ê vê kirdarê terorîstî û dijkurd mehkûm dikin û ji saziyên mafê mirov, rêxistin û partiyên demokratîk û civata rewşenbîr, bi taybet gelê Rojhilatê Kurdistanê, daxwaz dikin ku vî kirdarî şermezar bikin ! û bi hewlên pêwîst di tûşa jiholêrakirina van kirdarên şermagî! nê teror îstane, ku dijî azadbîrî û armancên pîroz ên gelên Kurd in, helwêst bigirin.

Komîteya Jinûve Avakirina PJAK-ê

2004-10-07


Biborîne Hevalê Sîpan

Hêvîdar Zana: Biborîne Hevalê Sîpan
Em hevdû nasnakin, me hev nedîtiye jî, belkî te nave min bihîstibe û min jî yê te, lê ew ne girînge. Dema mirov dil û armancên xwe dike yek, dema mirov ji bo yek daxwazê têdikoşe pêwîst nake mirov hevdû bibîne.

Dema ku berî dû rojan min nûçeya revandina te xwend, ez ketim nava keftelefteke mezin. Min rêkxistina xwe ya berê baş nas dikir û min dizanîbû ku kurd tev bibin yek û li dijî vê hovîtiyê derkevin jî ewê qîmetê qirûşekî nedin nerazîbûna wan. Min xwest vê carê ez serî li saziyên navnetewî bidim û bihêlim ku ew li dijî van êrîşên nemirovane derkevin. Min xwe bi riya mail an gihande navenda Amnesty Internacional ya London û min di derbarê revandina te de ew agahdar kirin. Berpirsyarê navenda Londonê birêz J. Logan dest bi hewldanan kir, lê dema ku dijberên mirov çeteyên xwefiroş bin dest û lingên saziyên navnetewî jî têne girêdan û ew n! ema dizanin ka serî li kê an jî kuderê bidin. Her wiha ji ber ku tu hemwelatiyê Kanada bû, hinek hevalan balyozxaneya Kanada agahdar kirin û ji wan xwestin ku ew tiştekî bikin. Me nizanîbû ka em wekî din çi bikin. Ez bixwe mabûm girêdayî compyuterê û xebera ku ji Amnesty were. Lê tu dizanî xeberên nexweş zû tên.

Vê êvarê dema ku min maila xwe vekir û min dît ku maileke nû ji Amnesty hatiye ez kêfxweş bûm, min ew bi lez vekir, lê xwezî min venekira û ew xebera reş nexwenda. Belê, rêkxistina efuwê ya navnetewî nivîsandibûn ku wan bi xemgînî nûçeya di derbarê kuştina te de bihîstine û di hewldanên xwe de dereng mane lê belê ewê ji niha û pê ve di derbarê van bûyeran de hişyar bin û hertiştê ji dest wan were wê bikin. Wan lêborîna xwe ji min xwestibûn, ez jî ji te dixwazim. Li min/me bibore hevalo. Heyf û mixabin e ku hewldanên me encam nedan û me nikarîbû te ji nava lepên wan birakujan xelas kin. Lê ewê li hemberî dîrokê û mirovahiyê rûreş bin û ewê êdî armanca kîn û nefr! eta me bin. Ew niha ketine nava hewldana xwe paqijkirinê, lê e! w bi ava zemzemê jî paqij nabin. Ez bejna xwe bi rêz li hemberî bîranîna te ditewînim û ji hezkiriyên te re sebr û aramê dixwazim. Ezê te her demê weke şehîdê parastina rûmeta kurdayetiyê bi bîr bînim û qet ji bîr nekim.

2004-10-07


Sîpan Rojhilat

Ji bo bîranîna Shapor Badoshive (Sîpan Rojhilat) ku bi avayek wehshiyane bi dest çeteyên kongra gel li Mûsilê hat kushtin. Bila çeteyên Kongra Gel bizanin ku bi kushtina însanan nikarin bîr û fikra wan jî bikojin. Min jî weke Xanoma Hêvîdar Zana Shapor nedîtibû, lê hewl û xebata Sîpanî ji bo demokrasî û azadîya kurdan ewqas giranqadre ku dê wî heta hetayê di nav dilê me kurdan de bi taybet kurdên Rojhilatê Kurdistanê de zindî bihêle.